TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye peyama sersaxiyê da Misrê

Admin M
Nivîskar
📅 13 mijdar 2022 03:52

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi sedema qeza otobusê ku li welatê Misrê li bajarê Dakahliyê çêbû û tê de 20 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn, peyama sersaxiyê belav kir. Wezaret di peyama taziye de weha got:

“Li Misrê li bajarê Dekahliyê di 12 mijdarê de di qeza ku çêbû de, me bihîst ku gelek kes mirine û birîndar hene. Kesên jiyana xwe ji dest dane ji wan re ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji bo birîndaran şîfayê dixwazin.”

Parve bike: