TR KU SO
FB X
Cîhan

Tirkiye ragihand:Baregeha Încîrlîkê nehat bikaranîn

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2018 21:18

PeyamaKurd- Meraqa herkesî ku Amerîka di operasyona ser Sûriyê de baregeha Încîrlîkê ya Adana ya Tirkiyê bikaraniye an na? Bersiv ji berdevkê hukumeta Tirkiyê ji Bekir Bozdağ hat:

“Di operasyona Amerîka de baregeha Încîrlîkê nehat bikaranîn.”

Bekir Bozdağ ragihand ku bi fermana Trump û Erdoğan serokerkanê me û yê Amerîkayê berya operasyonê axaftinekî kirin. Bozdağ weha dewam kir:

“Bo çareseriyê divê dev ji gulaşê berdin û çareseriyeka bê hesab ya siyasî bikin. Eger ev nebe wê xwîn birije. Fuzeyên ku piştî çekên kîmyewî hatin bikaranîn hatin avêtin, alîkariya çareseriya pirsgirêkên Sûriyê nake.”

Parve bike: