Trump: “Amerîka operasyonê destek nake”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka operasyona ‘Kaniya Aştiyê’ ya ji aliyê Tirkiyê de têkirin, destek nake. Li gor ragihandina Koşka Sipî Trump weha gotiye:
“Amerîka operasyona Tirkiyê ya ser Sûriyê tesdîq nake. Amerîka ji Tirkiyê re gotiye ku ev fikreka xerab e.”
Trump li ser mijarê di peyama xwe de weha dewam dike:
“ Vê sibê (bi wexta Amerîka) endamekî NATO yê Tirkiye Sûriyê îşxal kiriye. Amerîka vê êrîşê destek nake û Amerîka ji Tirkiyê re aşkera gotiye ku ev operasyon fikreka xerab e. Di deverê de yek leşkerekî Amerîkayê tine ye. Ji roja ku ez ketime seha siyasî û pê de, min aşkera got ku ez van şerên bêdawî û bê vate û bi taybetî şerên ku Amerîka jê fêde nebîne naxwazim.
Tirkiye soz daye Amerîkayê ku serî de sîvîl û xîrîsiyan û temamê kêmneteweyên wê derê biparêze û wê krîzeka mirovî neqewime. Em ê jî bikin ku Tirkiye li ser soza xwe bimîne. Tirkiye ji girtiyên İŞİDê berpirse ku dê girtî bimînin û ji vejandineka nû ya İŞİDê jî berpirse. Em bende ne ku Tirkiye soza xwe bîne cîh. Em ê pêşdeçûnan ji nêz de bişopînin.”