Trump: Îran danûstandinê dixwaze lê dema wê qediya
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro 3yê Adarê ragihand ku, Îranê sîstema berevaniyê, hêza asmanî, hêza deryayî û rêberên xwe winda kirine û got ku, dema danûstandinan bi wan re qediyaye.
Trump, li ser tora civakî ya Truth Socialê ragihand: “Îranî daxwaza danûstandinan dikin, lê dem derbas bûye û Îranê sîstema berevaniyê, hêza asmanî, hêza deryayî û rêberên xwe winda kirine.”
Serokê Amerîkayê da zanîn, Îranî piştî ku wan her tişt winda kir, daxwaza danûstandinan dikin.
Trump herwiha ji rojnameya ‘The Sun’ê ya Brîtanyayî re jî da xuyakirin, “Gelek mixabin e ku em dibînin ku têkiliyên me wekî caran nemane. Amerîkayê ji bo destpêkirina şer li Rojhilata Navîn tu pêdiviyek bi Brîtanyayê nîne.”
Trump diyar kir: “Bê guman ev tu tiştekî ji rewşê naguhere, lê diviyabû Starmer alîkariya me kiriba”.
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku, wî qet fikir nedikir ku ev têkiliya taybet a di navbera wan de, ku berê wekî "têkiliya herî bihêz a dîrokî" dihat zanîn, bi vî rengî bikeve xeterê.
Donald Trump li beramberî vê yekê pesnê Fransa û Almanyayê da û got: “Têkiliya me û Brîtanyayê di dîrokê de têkiliya herî bihêz bû, lê niha têkliyekeme me ya pir xurt bi welatên din ên Ewropayê re heye.”