TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Netanyahu pêvajoya ser sas bi rêve bir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 01 gulan 2024 18:02

PeyamaKurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku di nêzîkbûna hilbijartinên serokiyê de hevrikiya xwe ya bi serokê niha Joe Biden re didomîne, rexneyên tund li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kir.

Trump ji ber birêvebirina pêvajoya şerê li Xezzeyê jî got: Em ê piştgiriya leşkerî ya ji bo Îsraîlê ku şer temam bike ranewestÎnin.”

Trump di hevpeyvîna xwe ya bi kovara Timeê re di derbarê şerê Xezzeyê de nirxandinên berfireh kir û diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêvajoya şerê Xezeyê şaş bi rêve biriye û destnîşan kir ku derketiye holê ku têkçûna li hember hêrişa Hemasê ya 7ê Cotmehê têkçûna Netanyahu ye.

Li ser pirsa “Gelo hun ê ji bo rawestandina şerê li Xezzeyê piştgiriya çekan a ji Îsraîlê re rawestînin an na?” Trump got ku ew guh nadin vê yekê.

Trump ku Îran û Hamas jî ji hêrişa 7ê Cotmehê tawanbar kir, angaşt ku ger ew serok bûya ev hêriş qet nedibû. Trump got ku ew Serokê DYA yê herî zêde piştgirî daye Îsraîlê ye û diyar kir ku ger dîsa bibe serok, ew ê piştgiriya herî xurt bide Îsraîlê.

Her wiha di derbarê hêrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de jî Trump got, “Ez difikirim ku Îsraîlê tiştekî pir xerab kir; têkiliyên gel. Divê hêzên Îsraîlê her şev dîmenên bombebarankirin û hilweşandina avahiyan belav nekin.”

Parve bike: