Cîhan
Truss: Ez siyonîst û pistevana herî mezin a Îsraîlê me!
PeyamaKurd – Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss di daxuyaniyeke xwe ya ku behsa pêwendiyên Brîtanya-Îsraîlê dike de got ku ew sîyonîst û piştevana herî mezin a Îsraîlê ye.
Truss di konferanseke partiya xwe ya koma CFI (Dostên Partiya Muhafezekar ên Îsraîlê) de got: "Ez siyonîsteke mezin im, piştevana herî mezin a Îsraîlê me û bawer dikim em ê bikarin pêwendiyên navbera Brîtanya û Îsraîlê bihêztir bikin.”
Li aliyê din balyozê Îsraîlê yê li Londonê Tzipi Hotovely jî li ser medya civakî spasiya Liz Truss kir ji ber wê daxuyaniya piştevaniya Îsraîlê.