Tugrul Türkes li ser HDP ê: “Mirov partiyekî bigre ne çareseriye”
PeyamaKurd – Kurê serokê partiya MHP ê yê berê kurê Alpaslan Türkeş, Tuğrul Türkeş ku niha parlementerê AKP ê ye li ser daxwaza girtina HDP ê fikra xwe di tv ya Euronews ê de beyan kir û got:
“Girtina partiyeka siyasî di eslê xwe de tişteka rast nîne. Lê wexta em behsa HDP ê bikin, mesafe naxe navbera xwe û terorê. Li gelek welatên dinyayê qanûnên girtina partiyan hene. Mînak li Almanya partî tên girtin. Eger partiyekî hedefa xwe ya desthilatiyê wenda bike, dewleta Almanya wê digre. Partiya min MHP di 12 ê êlûnê de hat girtin.
Gelo ew karibûn xebatên me bidin rawestandin? Na. 12 ê êlûnê de rehmetî Türkeş hat girtin. Bi îdamê hat darizandin.Yên em li derve mabûn, me partiyekî din ava kir. Lewra ne çareseriye ku partiyekî siyasî bê girtin.
PKK mesafe naxe navbera xwe û terorê. Yanî dewama siyasî ya PKK ê ye. Welew bo nezaketê be jî red nakin. Yek peyvekî jî nabêjin. Ev tewrê wan divê bi cezayekî re rû bi rû bimîne. Lê girtina partiyê bi serê xwe çare nîne. Bila kes nefikire bi girtina partiyê wê herkes bikeve nav rihetiyê.
Girtina HDP ê mesela taybet ya Devlet Bahçeli nîne. Pirsgirêka Tirkiyê ye. Eger li gor qanûn sûcekî hebe divê herkes tehemmula encama wê bike.”
Tuğrul Türkeş her weha behsa daxistina parlementeriya Ömer Faruk Gergelioğlu jî kir û weha got:
“Daxistina parlementeriyê rast û baş nayê fêmkirin. Parêzbendiya me ew e ku em li ser kursî gotinên xwe bi temamî bêjin. Ev nayê vateya ku em tiştnên xerab bikin. Weka dizî, bê exlaqî û hwd. Min li halê Gergerlioğlu nenihêrtiye. Dibêjin têkildarê bi Twitekî re ye. Eger di qanûn de hebe, dê herkes tehemula encama wê bike. Qanûn şaş be bînin meclisê bila biguhire.”