TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukrayna: Rusyayê Donetsk bombebaran kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 nîsan 2023 21:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Ofîsa Serokomariya Ukraynayê hatin ragihandin, Rusyayê êrîş li herêma Doetskê kiriye û hat diyarkirin ku di encama vê êrîşe de kuştî hene.

Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rusyayê li bajarê Kostiantynivka yê herêma Donetskê ya Ukraynayê xist.

Yermak diyar kir ku di êrîşa ku ji aliyê Rusyayê ve hat kirin de 6 sivîlan can da û 8 sivîl jî birîndar bûn.

Andriy Yermak ragihand ku di êrîşê de 16 apartman, 8 xanî, kreş û gelek avahî xisar dîtine û got, "Rus bi tundî Kostiantinivkayê bombebaran dikin."

Parve bike: