TR KU SO
FB X
Cîhan

Ukraynayê bi dronan êrîşî Rûsyayê kir: 7 kuştî

📅 25 sibat 2026 20:35

PeyamaKurd- Komîteya Lêpirsînê ya Rûsiyayê ragihand ku şeva borî artêşa Ukrayna bi dronan êrîşî kargeha gubreya nîtrojenê ya li bajarê Dorogobozh kiriye û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Ajansa Nofostî bi zarê çavkaniyeke ji Komîteya Lêpirsînê ragihand ku teqîn di encama bombeyekê de bû ku bi wê re 7 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku hêzên Ukraynayê herî kêm bi 30 dronan êrîşeke asmanî li ser kargeha gubreya nîtrojenê ya Dorogobozhê kirine û zirareke mezin dane binesaziya kargehê û avahiya wê û tîma agirkujiyê.

Parve bike: