Cîhan
Xelatgirê Nobelê bi 10 sal cezayê girtîgehê hat sizadan
PeyamaKurd – Parêzvanê Mafên Mirovan û Xelatgirê Nobela Aştiyê yê Belarûsî Ales Bialiatski, ji aliyê dadgeheke paytexta Belarûs Minskê ve bi 10 sal girtîgehê hat sizadan.
Dadgehê digel Bialiatski 3 kesên din jî bi hinceta piştevaniya protestoyên li dijî hikûmetê bi cezayên 9, 7 û 8 salan ceza kir.
Piştî biryara dadgehê rêxistinên mafên mirovan û lîderê opozîsyona Belarûsê yê sirgunê Svetlana Tikhanovskaya, biryara dadgehê şermezar kirin û wekî biryareke ‘rûreşê û ne adil’ bi nav kirin.
Welatê Belarûsê di şerê Ukraynayê de jî piştevanê herî girîng û xurt ê Rûsyayê ye û bi rejîmeke otorîter tê birêvebirin.