Cîhan
Xelkê Koreya Bakur ji nêzan dimire!
PeyamaKurd - Hat ragihandin ji sedî 40î Koreya Bakur ji ber tunebûnê kêm xurekê dixwin.
Bernameya Xurek a Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) daxuyand li Koreya Bakur ya ku 25 milyon kes lê dijîn herî kêm 10 milyon kes kêm xwarin û xurekê dixwin.
Dîrektorê WFPyê Davîd Beasley di ziyareta xwe ya 4 rojan a li Koreya Bakur de got bi taybetî jî zarok û dayik ji ber ku kêm dixwin di gelek zarokan de bêxwînî heye.
Beasley got hewcedariya Koreya Bakur bi alîkariya mirovî ya daîmî heye.