Xwepêsanderên Srî Lankayê ji avahiyên dewletê vedikisin
PeyamaKurd - Xwepêşanderên Srî Lankayê ku dawiya hefteya borî bi ser mala serok Gotabaya Rajapaksa de girtibûn û dest danîbûn ser avahiyên serokatiyê ragihandin ku ew dê ji avahiyên dewletê vekişin, lê têkoşîna xwe jî bidomînin.
Xwepêşanderan îro 14ê tîrmehê ragihand ku ew ê ji avahiyên fermî yên dest danîne ser erkevin, di serî de mala serok Gotabaya Rajapaksa ku reviyaye Maldîvê.
Berdevka xwepêşanderan da xuyakirin, ew ê ji koşka serokatiyê, sekreteriya serokatiyê û nivîsgeha serokwezîr derkevin, lê ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Di xwepêşandanên doh 13ê Tîrmehê de, kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 84 kes jî birîndar bûbûn. Polîsan ragihandiye ku xwepêşanderek ji ber gazên rondikrêj can daye.
Li Srî Lankaya ku nifûsa wê 22 milyon e, ji ber bihayiyê, kêmbûna sotemenîyê, nebûna elektrîkê û enflasyona zêde xwepêşandanên dijî hikûmetê ev sê meh in têne lidarxistin ku xwepêşanderan neçar kir ku hikûmet hilweşe û serokê dewletê jî bireve.