TR KU SO
FB X
Kurdistan

3 girtiyên Kurd ji bo darvekirinê wan xistin hucrên yekkesî

Admin M
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2023 05:26

PeyamaKurd – Malpera Hengawê ya mafên mirovan ragihand ku li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ormiyê 4 Kurdên bi navên Wefa Hinare, Aram Umerî Berdiyanî, Rehman Perhazû û Nesîm Nemazî bi îdamê hatibûn darizandin û cezayê wan ji terefê dadgeha bilind de hatiye tesdîqkirin.

Her 4 kesên navborî xelkê Ormiyê ne, hevdîtina dawiyê bi malbatên xwe re kirine, wan birine hucrên tekane û bi îhtîmaleka mezin wê serê siba biryara di dardekirina wan bicîh bînin.

Di nav girtiyan de dadger cezayê Mensûr Resûlî kiriye cezayê muebbed û bi vî rengî cezayê wî kêm kiriye.

Tohmeta ku dadgeha Ormiyê ya Îranê her 4 Kurdan pê tewan dike, sîxuriya dewleta Îsraîlê ye. Ji niha de ji bo didardakirina her sê Kurdan telefonên zîndanê hatine qutkirin.

Parve bike: