Kurdistan
Ali Yerlikaya: “Me li Mêrdînê 3 endamên PKK ê ji nav bir”
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku li Mêrdînê 3 endamên PKKê ji nav birine. Yerlikaya ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Operasyonê li navça Nisêbînê li dora Bagokê kirine.
Li gor ragihandina Yerlikaya; di encama xebata îstîxbarata cendrimeyan ya bi ser alaya Mêrdînê; endamên PKKê bi J-SIHAyan tesbît kirine û ciyê wan bi F-16an û helîkopterên ATAK yên êrîşê hatiye bombekirin. Di operasyonê de cehş jî ciyê xwe girtine.
Ji terefê din PKKê, heya niha ti ragihandin nehatiye kirin.