Cotyarên Kurdistanê û Iraqê li Bexdayê dê bihayê genim protesto bikin
PeyamaKurd – Hukumeta Bexdayê kirîna bihayê genim daxist û li ser daxistina bihayê genim, cotyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê sibê li Meydana Tahrîrê ya Bexdayê bicivin û daxistina bihayê genim protesto bikin.
Li gor biryara nû ya encumena wezîran ya Bexdayê, di çarçova plana çandiniyê de kirîna tona genim ji 850 hezar dinarî daxist 700 hezar dînarî. Genimê di derveyê planê de, tona wê daxistine 500 hezar dînarî.
Cotyarên Kerkûkê dibêjin ku piraniya erdê Kerkûkê bi sedema tapûyan di derveyê planê de dimîne û ev jî xesarê dide cotyaran. Ev tê vateya ku wê dewlet tonê ne bi 700 hezar dînarî lê bi 500 hezar dînarî bikire.
Li Bexdayê di çalakiya cotyaran de wê daxwuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî be.
Li gor plana çandiniyê ya sala 2025-2026an; miqdarê hilberîna genim ji bo sîstema nûjen serê donimê 900 kîlo, ji bo erdê avî 750 kîlo û ji bo araziyên bejî serê donimê 300 kîlo dê bê hesabkirin.
Para herêma Kurdistanê di kirîna genim de 400 hezar tone û ji vî miqdarî 292 hezar ton di çarçova plan de û û 108 hezar ton jî di derveyê plan de dê qebûl bikin.