Dem û mercên xizmeta Pêşmerge û hêzên Asayîşê hat pejirandin
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Encûmena Wezîran li ser pêşniyara lîjneyeke pispor, biryara hesabkirina dema xizmeta leşkerî û ewlehiyê bi awayê "salek bi du salan" pejirandiye.
Ev biryara ku ji bo parastina mafên qanûnî û darayî yên karmendên saziyên ewlehî û leşkerî hat girtin, di navbera 4ê Tîrmeha 1992an heta 31ê Kanûna 2024an vegirtî dike.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, bicihanîna vê biryarê ne neçarî ye û li ser daxwaza kesane ya karmend an efseran bi pêşkêşkirina daxwaznameya fermî tê pêkanîn.
Li gorî mercên darayî yên biryarê, pêdivî ye ku efser an karmendê ku vê daxwazê dike, ji mûçeyê xwe yê bingehîn ê wan salan pareke xanenişîniyê bide xezîneyê.
Di vê çarçoveyê de, divê her Pêşmergeyek rêjeya 10% ji mûçeyê bingehîn ê 10 salan (ku nêzîkî 3 mîlyon û 936 hezar dînar e) û efser jî nêzîkî 6 mîlyon û 336 hezar dînarî bide dewletê.
Wezareta Pêşmerge herwiha eşkere kir ku ev hesabkirina "salek bi du salan" tenê ji bo derbasbûn û veguhastina di nav saziyên leşkerî û ewlehiyê (Pêşmerge, Navxweyî û Asayîş) de derbasdar e û ew kesên ku derbasî sektora sivîl dibin an hatine veguhastin vê biryarê nagirin.