Kurdistan
Dîlok | Keçeke 14e salî ji qatê 11an ket û can da
PeyamaKurd – Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, keçeke 14e salî ji qatê 11an ê avahiyê ket û can da.
Li gor agahiyan, li taxa Seyrantepe ya navçeya Alêbana Dîlokê, li ser îxbara ku kesek ji avahiyê ketiyê, tîmên hawarçûnê û polîs çûn cihê bûyerê.
Keça 14 salî ya bi navê M.S. rakirin nexweşxaneyeke taybet, lê tevî hemû hewildanan, keçika 14 salî can da.
Tîmên ewlehiyê di derbarê bûyerê de li derdora avahiyê dest bi lêkolînan kirin û îfadeyê şahidan wergirtin.
Herwiha cenazeyê keça 14 salî, ji bo otopsiyê rakirin morga dadweriya pizişkiyê.