TR KU SO
FB X
Kurdistan

“Erebên Iraqê helwesta Kurdistanê qet jibîr nakin”

📅 29 gulan 2018 00:11

PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir li ser alîkarî û hewandina koçberên Iraqê.

Li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê û şanda li gel kir.

Di vê hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Projeya Erebên Iraqê spasî gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir ji bo alîkarî û hewandina koçber û lêqewimiyên Iraqê ya di çend salên derbasbûyî de û pêzanînên xwe hebû ji bo rol û bandora Serok Barzanî li penadana koçberan û bi helwestekî dîrokî binavkir ku tu demekî nayê ji bîr kirin.

Her di vê civînê de di barê proseya siyasiya Iraqê û hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha her dû alî li guftûgokirina nêrînên li ser proseya siyasî û bernameya hikûmeta dahatû de tekez li ser hemahengiyê kirin.

Parve bike: