Haci Mahmûd: Îranî dixebitin da YNK dagere nav hukumeta Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd – Hefteya borî du heyetên dîplomatîk yên Îranê seredana Herêma Kurdistanê kirine û bi partiyên Kurdistanê re hevdîtin kirine. Siyasetmedarê Kurd Haci Mehmûd ragihandiye ku heyet ji bo pirsgirêkên navbera PDK ê û YNK ê çareser bikin û hem dijberiya di nan YNK ê de çareser bikin hatine herêma Kurdistanê. Hevdîtin di rewşeke baş de derbas bûne.
Hefteya borî cîgirê wezîrê îstîxbarata Îranê yê Îtlaatê Ağa Lutfi û yê din cîgirê serokkomar yê ji bazirganiyê berpirs û hem balyozê berê yê Sûriyê û Iraqê Hasan Danayifer bû ku 2 heyet di bin serpereştiya wan de hatibûn Kurdistanê. Ragihandina Haci Mahmûd wehaye:
“Ji bilî çareseriya pirsgirêkên navbera PDK ê û YNK ê, ji ber Îranî di wê baweriyê de ne ku Îsraîl partiyên Rojhilatê Kurdistanê bikartînin, peymana bi Iraqê û bi Herêma Kurdistanê re rewtê hevdîtinên wan bûn.
Heyet bi temamê partiyên herêma Kurdistanê re hevdîtin kirin. Lê hevdîtinan ji raya giştî vedişêrin. Eger heyet ji Amerîka an ji YA yê bûna yekser digihandin medyayê. Bandor û hêza Îranê li herêmê û bi taybetî li ser Iraqê heye. Rêvebirên herêma Kurdistanê ji Îranê xwestin ku ku rola xwe bileyîzin û pirsgirêkan çareser bikin.
Îran dixebite ku pirsgirêkên navbera PDK ê û YNK ê çareser bike, Îran di wê baweriyê de ye ku pirsgirêkên navbera her dû partiyan li ser ewlehiya Îranê tehdîd e. Lewra Îran dixwaze YNK dagere nav hukumetê û peymana navbera Erbîl û Bexdayê bi rêve here.
Li ser têkiliyên navbera partiyên Rojhilat û Îsraîlê, heyeta Îranê gotiye ku li bajarê Esfahanê 8 kes hatine girtin û îtîrafê kirine.
Pirsgirêkên di navbera YNK ê de neket rojeva me. Lê her çendîn pirsgirêk zahmet bin jî, Îran dikare çareser bike û ew şiyana Îranê heye.”