Hunermenda Kurd Perîsa Seyfî 10 roje di gerva birsê de ye
PeyamaKurd- Hunermenda Kurd ya Kurdistana Rojhilat ya bi navê Perîsa Seyfî, ev 10 roje li zîndana bajarê Kurdistanê, li Senendajê bi sedema zilma hêzên emniyetê û şertên jiyana di zîndanê de, ketiye greva birçîbûnê. Li gor ragihandina Basnewsê; Perîsa Seyfî 3 mehe di zîndanê de ye û ew bi xwe ji xelkê Kamyaran e. Birayê Perîsa Seyfî Ferhad Seyfî bo BasNewsê weha gotiye:
“Perîsa rastî şiddeta psîkolojîk û tacîzê hatiye, karmendên zîndanê û rêvebirên asayîşê şiddeta fîzîkî lê kirine. Perîsa bo protestokirina şertên zîndanê û kiryarên nehûqûqî, 10 roje dest bi greva birçîbûnê kiriye. Îdîaname nayê amadekirin û doza wê her wext tê bipaşdexistin. Problemên Perîsa yên tenduristiyê hene. Divê rêxistinên mafên mirovan yên navdewletî, balê bikşînin ser halê Perîsa Seyfiyê.”