TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji bo çend bajarên serhedê hisyariya cemed û qesayê hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2020 20:48

PeyamaKurd - Ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê yên Serhedê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn.

Ji ber zêde barîna berfê ketina bin sifirê ya pileya germê saziya keşûhewayê Meteorolojî ya Tirkiyê ji bo bajarên Erzerom, Erzîngan, Mûş, Bedlîs, Qers û Erdexanê hişyariya qeşagirtin û cemedê da û xwest bi taybet şevan tedbîrên xwe bistînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gundewar û navçeyên wan bajarên serhedê pileya germê gelekî kêm bûye û ji ber qalindiya berfa li ser rûyê erdê û serma zêde ya şevê, metirsiya qeşayê heye û tê xwestin welatî di çûnûhatinên xwe yên bi otomobîlan baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.

Parve bike: