Kurdistan
Ji HUDA-PARê banga çekdanînê bo PKKê: Her çiqas îhtimaleke dûr be jî…
PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di daxuyaniyeke xwe ya ku nirxandina rojevê dike de, bûyera 12ê Îona 2019an a teqandina mînîbusekê li navçeya Diyarbekir Pasûrê şermezar kir ku 7 kesan tê de can dabû û 10 kes jî birîndar bûbûn.
HUDA-PARê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku di nav 35 salên dawiyê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber şer û pevçûnan bi deh hezaran sivîl hatine kuştin û got, “Mixabin hinek derdor rêbaza tundiya bi korîtî hîn jî mazûr dibînin.”
Di daxuyaniya xwe de HUDA-PARê bang li PKKê kir û got, “Her çiqas îhtimaleke dûr be jî, heger rêxistina çekdar wekî îdia dike berjewendiya gelê Kurd difikire, divê rêbaza bikaranîna çekê ku zirara herî mezin dide Kurdan ji nav bijardeyan derxe.”