Ji Navenda Hevkariyê peyama wefata Elî Qazî: Hêvî armanca ‘Kurê Res’ yekîtiya Kurdan bû
PeyamaKurd - Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya koça dawî ya Elî Qazî kurê Pêşewa Qazî Mihemed peyamek belav kir.
Di peyama Navenda Hevkariyê de hat gotin, mixabin sibeha roja Yekşemê Elî Qazî naskirî bi “Kurê Reş” take kurê “Pêşewa Qazî Mihemed” serokomarê Kurdistanê di yek ji nexweşxaneyên welatê Almanyayê de di temenê 89 saliyê de koça dawiyê kir.
Di peyamê de hat diyarkirin, “Mixabin “Kurê Reş” temenekê wisa tunebû dema ku karesata hilweşîna Komara Kurdistanê û bidarvekirina “Pêşewa Qazî Mihemed” û hevalên wî bi ser de hat û wê bûyer li ser jiyana wî û malbata wî bandor kir ku, heta dawîn dema jiyana wî jî dewsa wê bi awayek zelal li ser jiyan û derûna wî xuya bû.
Navbirî bi awayek berdewam daxwaza yekîtî û yekrêziya xelk û hêzên siyasî yên Kurdistanê dikir û li ser wê baweriyê bû ku, Kurd bi yekîtiyê dikare bigihîje bi hêvî û armancên xwe.”
Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê sersaxî li gelê Kurd û malbata mezin a “Qaziyan” û hemû evîndarên rêya rizgariya Kurdistanê kir û diyar kir, ew di vê xema wan de xwe hevpar dizanin.