TR KU SO
FB X
Kurdistan

KDP, YNK: Divê Kurdistan bi yek dengî were temsîlkirin!

Admin V
Nivîskar
📅 20 gulan 2018 15:21

PeyamaKurd- Endamê Konseya Serokatiya YNKê Herem Kemal Axa ragihand ku YNK û KDP li hev civîne û biryar dane ku Kurdistanê bi yekîtiyeke xurt li Bexdayê temsîl bikin.

Herem Kemal Axa wiha berdewam kir: Me li Iraqê IŞÎD têk bir. Divê hemî hêzên siyasî yên Kurdistanî bibin yek da qene em bikaribin Kurdsitanê baş temsîl bikin. Divê em yek perçe vegerin Bexdayê û mafên xwe bi hêz biparêzin.

Civîna YNK û KDPê li ofîsa Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêk hat. Endamê Konseya Serokatiya YNKê û alîkarê Serokwezîr Kubat Talabanî jî beşdarî civînê bûye.

Endamê Konseya Serokatiya KDPê Hesro Goran jî got ku divê hemî aliyên Kurdistanî bi yek dengî vegerine Bexdayê. KDP wê hemî deriyan veke û her kesî vexwîne. Armanca me ya pêşî ew e ku hemî partiyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.

Parve bike: