TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kê êrîsî 'Gora Serefxan Bedlîsî' kir?

Admin H
Nivîskar
📅 17 hezîran 2019 23:35

PeyamaKurd - Li Bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, gora dirokzan û zanyarê mezin ê Kurd Şerefxanê Bedlîsî rastî êrîşekê hatiye û kêla gorê hatiye şikandin û nivîsên ser jî hatine texrîbkirin.

Heta niha nayê zanîn bê kengî û ji aliyê kê ve gora Şerefxan Bedlîsî hatiye rûxandin û ti zanyariyek jî ji aliyê rayedaran ve nehatiye belavkirin.

Hat zanîn ku nivîs û tabletên dîrokî yên di derbarê jîyana dirokzanê Kurd Şerefxan Bedlîsî de hatine şikandin û hin ji wan jî ji cihê xwe hatine rakirin.

Bi taybet piştî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê kiryarên dijî Kurdî zêde bûne ku li bajarê Bedlîsê tabelayên Kurdî tên rakirin û li deverên wekî Licê jî Goristan têne texrîbkirin.

Parve bike: