TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan: Grûbên Iraqê li Herêma Kurdistanê dixin

Admin M
Nivîskar
📅 09 adar 2026 21:57

PeyamaKurd – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bo Rûdawê ragihand ku sedema rawestana hilberîna gazê ya di seha Kor Morê de, ne şerê herêmiye lê ew grûbên ku di nav Iraqê de ne, yasayî nînin ku ew bi xwe bi dronan êrîşan dikin. Şehab, rêvebiriya Bexdayê bi tundî rexne kir û got:

“Hukumeta Bexdayê bûye maska ber van grûban.”

Berdevkê serokatiya Kurdistanê Dilşad Şehab, li ser krîza ewlehiya herêmê, birîna enerjiyê û dijberiyên di navbera Erbîl û Bexdayê de daxwuyaniyên rast e rast da.

Şehab ragihand ku Herêma Kurdistanê di şerê herêmê de bi temamî bêterefe lê grûbên di nava Iraqê de Kurdistanê kirine hedef û got:

“Endîşa me Îran an DYA nîne lê hêzên di nav Iraqê de ne.”

Şehab li ser pirsgirêka seha gazê ya Kor Morê, pirsgirêka elektrîkê û astengiya gaza avî (LPG), rewşa heyî weha ragihand:

“Sedema pirsgirêka welatiyên me ya di gazê û elektrîkê de, ne Îran, ne DYA û ne jî Îsraîl e. Sedema sekna hilberînê grûbên nerewa yên di nav Iraqê de ne ku bi dronan êrîşê dikin. Ev rewş di nav pêkhateyên Iraqê de dike ku dûrbûnekî mezin bibe.

Hukumeta Federal di parastina Herêma Kurdistanê de berpirsiyariyê nagre aliyê xwe û mînak civîna ewlehiya di parlementoya Iraqê de xwuya dike.

Di daxwuyaniya meclisê de, bi yek gotinekî behsa êrîşên ser Herêma Kurdistanê nake û ev ji bo hêzên Iraqê ezmûnekî bû û sinifa xwe derbas nekirin. Eger hukumeta federal nikare van grûban kontrol bike, ev hukumetekî bi çi rengiye? Em aşkera bêjin; hukumeta Bexdayê bûye perda ber van grûban.”

Şehab, her weha behsa êrîşên ser baregehên DYAyê û balyozxana DYAyê yên li Hewlêrê kir û got ku ew li gor peyaman hatine avakirin û dewam kir:

“Li Erbîlê balyozxana Îranê û ya DYAyê heye. DYA ti carî negot çima misyona dîplomatîk ya welatekî dinê li Kurdistanê heye û tehdîdan nekir. Lê hinek terefên di nav Iraqê de, tevî ku ev misyon bi erêkirina dewletê hatine vê derê, mijarê dikin behane û xelkê me dixin hedefê.”

Şehab got tevî di nav terefên Kurdistanê de dijberî hene jî lê dema ewlehiya Kurdistanê dibe mijar, dijberiyê datînin rexekî û ji bo parastina Kurdistanê PDK û YNK bi temamê li hev dikin. Şehab got:

“Dema talûke digihên ber deriyê me, reqabet dikeve dereca duyem. Bi fermana serokê Herêma Kurdistanê, temamê hêzên Pêşmerge bo parastina sînor û bêterefiya xwe biparêzin amade ne. Di vê mijarê de di nav partiyan de %100 yekîtî heye.”

Şehab got ku di herêmê de Kurdistan daîma ciyê aramiyêye, ji bo welatên cîran tehdîd nîne, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê, rola li Rojavayê Kurdistanê û krîza di Sûriyê de, rola rêvebiriya Kurdistanê ji aliyê civaka navdewletî de tê teqdîr kirin.

Parve bike: