Kurdistan
Kurdistan | Qedxeya derve 72 saetan hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve ya ji bo bergirî û pêşîgirtina belavbûna vîrûsa koronayê dirêj kir.
Wezaretê berî niha 48 saetan bo Silêmanîye û Hewlêr qedexeya derketina derve û çûnûhatinê ragihandibû.
Îro 15ê Adarê jî wezaretê ragihand ku qedexe 72 saetên din hatiye dirêjkirin.
Hat ragihandin ku biryara qedexeya derve û çûnûhatinê ji bo bajarê Helebce jî derbas dibe ku siba 16ê Adarê salvegera komkujiya Helebce ye.