Kurdistan
Li Alos a navça Çêrmûkê 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Çêrmûkê li jîngeha Alosê (Başarı) otomobîlekî wergeriya kenarê rê û di encamê de 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn. Bi agahdarkirina tîmên 112 ê, cendrime û tîmên îtfaiyê, dema çûn ciyê bûyerê, dîtin ku kesên bi navên M.C.G. û E.G jiyana xwe ji dest dane.
Her çar birîndarên din bi ambûlansan birin nexweşxana Erxeniyê û nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Gazi Yaşargil ku li Diyarbekire.