TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêrê sempozyûma Navnetewî ya Hiskesaliyê dest pê kir

Admin H
Nivîskar
📅 12 gulan 2024 13:47

PeyamaKurd – Li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, îro 12ê Gulanê Sempozyûma Navnetewî ya taybet li ser hişkesalî û bandorên guhertina seqayê li ser rewşa siyasî, aborî û demografî ya Iraqê birêve diçe.

Sempozyûm îro Yekşemê bi beşdariya Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û gelek berpirs û pisporan dest pê kir.

Di sempozyûmê de pisporên navdewletî yên li ser guhertina keşûhewayê xebatan dikin, wê gotarên xwe pêşkeş bikin.

Herwiha wê hişkesalî û bandorên guhertina seqayê de, li ser rewşa siyasî, aborî û demografiyê jî bên nirxandin.

Parve bike: