Kurdistan
Li Îranê 9 kesan di lehiyê de can da
PeyamaKurd - Li Başûrê Îranê barana zêde lehî rabû ku hat ragihandin 9 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.
Berdevkê beşa lezgîn ya Îranê Mucteba Xalidî ragihand ku li eyaletên Bûşêher û Hurmuzganê 9 kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bilî herdu eyaletan li Îsfehan û Xûzistan jî lehî rabûne û ziyan gihîştiye herêmên lehiyê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Sala borî jî di mehên Adar û Nîsanê de, lehî rabûbûn û ji 31 eyaletên Îranê, li 25an ziyanên mezin çêbûbûn ku herî kêm 76 kes jî miribûn.