Kurdistan
Li Kerkûkê mayînek teqiya: 2 kes mirin!
PeyamaKurd- Li herêma Dubizê ya Kerkûkê mayînek teqiye. Di encama teqînê de du şivan mirin.
Rêvebirê Asayîşa navçeya Dubizê Ebdula Mecîd ragihand ku duh nîvê şevê mayînek li nêzîkî Dubizê teqiye. Di encamê teqînê de du şivan mirin.
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê Dubiz jî ketibû destê Haşdî Şebîyê de.