TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Hîzanê otomobil firiya nav zeviyê: 8 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 17:57

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Hîzanê li gundê Purunuzê (Gökçimen) otomobîla ku L.İ. dajot ji desthilata ajotvan derket, otomobil çû heya nava zeviyê û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, îtfaiye, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Birîndarên di otomobîlê de asê mabûn, wan ji otomobîlê derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê navça Hîzanê.

Parve bike: