Kurdistan
Li navça Kopê minibus û motorsiklet li hev ketin: 1 mir û 1 jî birîndar e
PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê li navça Kopê (Bulanık) minibusekî û motorsikletekî li hev ketin û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû.
Qeza, li ser rêya Kopê-Xelatê li dora gundê Şêx Yaqûb (Güllüova) çêbû. Motorsikleta ku Mustafa Yıldız'ın (61) dajot, dema xwest derê ser rêya esasî, li minibusa ku di rêya xwe de diçû, xist. Di encamê de Mustafa Yıldız û Mahmut Kadir (58)ê li ser motorsîletê pekiyan ser rê.
Tîmên cendirmeyan û tendusirtiyê çûn ciyê qezayê. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Kopê. Mustafa Yıldız li nexweşxanê wefat kir û Mahmut Kadir derman dikin lê rewşa wî baş nîne.