TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçeya Nisêbînê 2 zarok di golê de fetisîn

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2019 04:19

PeyamaKurd- Li navçeya Nisêbîna bi ser bajarê Mêrdînê, 2 zarok ketin gola ku bi ava baranê çêbûbû û tê de fetisîn. Bûyer li taxa Balabanê çêbû. Her 2 zarok kurmamên hevin. Navên wan Furkan(10 salî) û Abdurahman Akıncı (8 salî)ne.

Li ser agahdarkirina hêzên cendirmeyan, tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û piştî lêgerîna wan, gihan cesedên her 2 zarokan. Cesedên her 2 zarokan ji aliyê tîmên 112an ve hatin birin bo morga nexweşxaneya dewletê bo otopsiyê.

Parve bike: