TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi nûnerê NY yê Iraqê re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 04 sibat 2025 21:26

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Sibatê roja Sêşemê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê (UNAMI) Mihemed Hesan kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan di civînê de dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Iraqê û deverê û pêdiviya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li hev guhertin.

Di civînê de, li ser girîngiya rêzgirtina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn û herwiha herdu aliyan sererastkirina qanûna budçeyê ya federalî ji aliyê Parlamentoya Irqê ve wekî pêngaveke erênî ji bo çareserkirina arêşeyan nirxandin.

Mihemed Hesan rola Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî di parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê de bilind nirixand.

Mesrûr Barzanî jî pesnê rolê avaker û erênî yê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY ya lihevnêzîkkirina aliyên siyasî yên Iraqê û çespandina îstiqrarê da.

Parve bike: