TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Qasim Araci re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 24 gulan 2026 17:23

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Araci di parastina ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê de rolekê dilîze.

Di roja duyemîn a serdana xwe ya Bexdayê de, roja Yekşemê 24ê Gulana 2026an, Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Araci re civiya.

Di hevdîtinê de, Araci girîngiya serdana Serokwezîr Barzanî ya Bexdayê tekez kir û got, "Herêma Kurdistanê di avakirina pergala siyasî ya heyî ya Iraqê de qurbaniyên mezin daye. Em bi Herêma Kurdistanê serbilind in."

Wî ji bo rola wî di parastina ewlehiya Herêma Kurdistan û Iraqê de û ji bo piştgiriya wî ya mafên rewa yên gelê Kurd spasiya Qasim Araci kir.

Herdu alî li hev kirin ku divê hikûmeta nû ya federal bêyî cudahî xizmeta hemû civakan bike û divê pirsgirêk li ser bingeha rêzgirtina ji bo destûr, pergala federal û avahiya Herêma Kurdistanê werin çareser kirin.

Parve bike: