TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbusa mamosteyan hildigirt qeza kir: 10 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2021 01:08

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Midyadê mînîbusa ku mamosteyan dibir dibistanê, ji pare kamyonetekî lêxist û 10 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 8 kes ji wan mamostene.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê.

Piraniya birîndaran li ser pira hatin dermankirin.

Parve bike: