TR KU SO
FB X
Kurdistan

Muhammed Wetman: Berhem Salih nabe sekreterê YNK ê

Admin M
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2019 02:38

PeyamaKurd- Yek ji rêvebirê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan Muhammed Wetman di derbarê kongreya YNK ê de axifî û got ku dê Berhem Salih nebe sekreterê giştî yê YNKê. Wetman bo BasNewsê weha ragihandiye:

“Komîteya Amadekariyê ya Kongreyê amadekariyên xwe temam kir. Heya niha ti sedem tine ye ku kongre bê paşdexistin. Em ê kongreya xwe di 21.12.2019an de çêbikin. Endamên rêvebirya jor, polîtburo, wezîr û parlementer wê tevlî kongreyê bibin.”

Wetman got ku dê Berhem Salih tevlî kongreyê bibe lê wê nebe sekreterê YNK ê. Wetman weha dewam kir:

“Kosret Resûl Elî di asta bilind de rêvebirekiye û bo partiyê navekî mayînde ye. Wê di kongreyê de biryarekî bê dayîn. Wê rêvebirî ji endamên polîtburoyê ava bibe û Kosret Resûl jî bibe serokê partiyê.”

Parve bike: