Nêçîrvan Barzanî spasiya kabîneya berê kir û pistevanî da Mesrûr Barzanî
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel wezîrên kabîneya Heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîya ku serokwezîrtiya wê kabîneyê kiribû.
Nêçîrvan Barzanî wêneyê kabîneya Heştem gotarek pêşkeş kir û spasiya wan kir ku di demeke dijwar de xizmeta gel û welat kirine.
Nêçîrvan Barzanî, tekez kir li ser piştîvanîya xwe bi temamî bo Mesrûr Barzanî raspartîyê pêkanîna Kabîneya nehem a hikumeta Herêma Kurdistanê û got: "Ez bawerim ku Mesrûr Barzanî dikare vê erka dijwar bi başî birêve bibe."
I thank Kurdistan Regional Government’s 8th cabinet members and all public employees who served our country during challenging times. The new prime minister and his cabinet have my full support.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) July 6, 2019
God Bless Kurdistan. pic.twitter.com/sY2xcvBPjx
Herwiha li ser peywendiyên Herêmê û Bexdayê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: "Em çaverêyî peywendîyeke baştirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de û peywendîyên me ligel Bexdayê ber bi qonaxeke nû diçin."
Barzanî diyar kir ku Hewlêr dixwaze hemû pirsgirêkan ligel Bexdayê bi rêya destûra Iraqê ligel Bexdayê çareser bike.