Nêçirvan Barzanî û Alî Babacan li Hewlêrê civiyan
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro sêşemê, 10ê Mijdara 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyeyê (DEVA) Alî Babacan û şandeya pê re kir.
Di civînê de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêvajoya aştiyê û geşedanên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de her du aliyan tekez kir ku pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e û divê were biserxistin û piştgirî bê dayîn.
Her wiha herdu aliyan destnîşan kirin ku serketina aştiyê ji bo ewlekarî û seqamgîriya Tirkiye û herêmê bi giştî xwedî girîngiyeke mezin e.
Alî Babacan spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo piştgiriya wî ya di armanca serxistina pêvajoyê de. Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê jî tê de amade bû, girîngiya rêbazên dîplomatîk û diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan hate axaftin.