TR KU SO
FB X
Kurdistan

Niyazî Hewramî: Em ji para xwe ya di hukumetê de razî nînin

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2019 01:08

PeyamaKurd- Li gor nûçeya BasNewsê siyasetmedarê YNK ê Niyazî Hewramî ragihandiye ku para wan ya di hukumetê de kême û jê nerazîne. Bi wê sedemê wê bi PDKê re peymanê îmze nekin. Hawramî weha dewam dike:

“Ez texmîn nakim ku bi hêsanî di navbera PDK û YNKê de peyman bê îmzekirin. Ji ber heya niha Goran peymanê qebûl nekir. Divê PDK ewilî Goranê razî bike û paşî YNKê. YNK ji para xwe ya di hukumetê de razî nîne. Eger razî bûya wê heya niha peymanê îmze bikira. Ji ber wê ez bawer nakim ku Peyman bê îmzekirin.”

Parve bike: