TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîl bi 3 kesan ket gola avê lê îtfaiye wan rizgar kir

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2021 03:41

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê otomobîlekî siet di 21.30 an de ji kontrola ajotvan derket û ket nav gola ava bendavê. Li ser bûyerê tîmên 112 an yên lezgîn û Îtfaiya bajarê Qersê çûn ciyê bûyerê. Tîmên îtfaiyê her 3 kesên ku otomobîlê de asê mabûn, wan ji mirinê rizgar kirin.

Piştî mudaxeleya tîmên 112 an ên tenduristiyê her 3 kesan birin nexweşxanê bo tedawiyê. Navên her 3 kesan nehat zanîn.

Parve bike: