TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgerê Duhokê: Xizmetkirina xelkê erkê me ye

Admin L
Nivîskar
📅 28 rêbendan 2023 16:12

PeyamaKurd – Parêzgerê Duhokê li ser cihbicihkirina projeyên xizmetguzariyê li navçeyên cuda berdewam dike daxuyanî da û got, “Xizmetkirina xelkê erkê me ye û tu minet li ser xelkê xwe em nakin û tişta ku em bikarin em ê bikin ji bo keyfxweşkirin û xizmetkirina xelkê û teqez jî dikin ku îsal (2023) gelek projeyên cuda yên giring jî em ê ragihînin.”

Parêzgerê Duhokê Dr. Elî Teter diyar kir: “Bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di heyama borî de li hemû qezayên ser bi parêzgeha Duhokê projeyên cuda hatine cihbicihkirin û kevirê bingehîn ji bo çend projeyan hatiye danîn û bi wan projeyan ve xizmetekî mezin ji bo xelkê navçeya me tê pêşkeşkirin û em keyfxweş in ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e li ser piştevaniya me bo cihbicihkirina projeyên xizmetguzariyê. Li hemû qezayên ser bi parêzgeha Duhokê karkirina li ser projeyan jî berdewam e.”

Parêzgerê Duhokê eşkere kir: “Rêyên hemû taxên Duhokê hatine çêkirin û yek bihust jî li taxên Duhokê nemaye ku nehatibe qîrkirin û hemû tax jî bi awayekî baş hatine qîrkirin. Xizmetkirina xelkê erkê me ye û tu minet li ser xelkê xwe em nakin û tişta ku em bikarin em ê bikin ji bo keyfxweşkirin û xizmetkirina xelkê û teqez jî dikin ku îsal (2023) gelek projeyên cuda yên giring jî em ê ragihînin.”

Parve bike: