Kurdistan
PDK: “Hilbijartin nayê taloqkirin!
PeyamaKurd- Berpirsê Karên Hilbijartinê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku ji bo hilbijartinê hemî amadekarî xilas bûne û hilbijartin wê di wextê xwe de werin kirin.
Berpirsê Karên Hilbijartinê yê PDKê Xesrû Goran li ser hilbijartina Kurdistanê agahiyên girîng dan. Goran got ku ji bo hilbijartina hemî amadekarî bi dawî bûne, hilbijartin nayê taloqkirin.
Goran wiha berdewam kir: “Li ser taloqkirina hilbijartina hinek guftûgo hene, lê belê ji bo vê yekê heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn. Komîsyonê hemî amadekariyên xwe temam kirine.
Goran got ku hilbijartin wê di 30ê Êlûnê de çêbibin û PDK jî vê biryarê destek dike.