TR KU SO
FB X
Kurdistan

Peyamnêra kanala “Aljazeera” Sîrîn Abû Aqileh hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 11 gulan 2022 14:34

PeyamaKurd – Peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê bi guleyek artêşa Îsraîlê birîndar bû û di encamê de can da.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê destnîşan kir, rojnamevan û peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê bi guleyek artêşa Îsraîlê birîndar bûye û rewşa wê ne cîgir e.

Wezaretê piştî vê daxuyaniyê, daxuyaniyeke din da û eşkere kir, Şîrîn Abû Aqileh ji ber giraniya birînên xwe, can daye.

Wezareta Tendirustiyê yê Filistînê herwiha destnîşan kir, rojnamevan Elî El-Samûdî jî bi guleya rasterast ji pişta xwe birîndar bûye û rewşa wî cîgir e.

Kanala “Aljazeera” a Qeterî jî diyar kir, peyamnêra wê Şîrîn Ebû Aqileh dema li Cinînê romala operasyoneke li pêgehên komên çekdar ên Filistînî dikir, bi guleyekê hat kuştin.

Parve bike: