TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serjimêra Herêma Kurdistan û Iraqê îsal pêk tê

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 sibat 2024 18:02

PeyamaKurd - Komîsyona Bala ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku ji bo diyarkirina gelheyê Herêma Kurdistan û Iraqê, wê îsal serjimêra giştî pêk bînin.


Komîsyonê da zanîn ku ji bo azmûnkirina serjimêrê wê di meha Gulanê de li çend deveran serjimêrên sînorkirî bêne kirin û di dawiya salê de jî wê li tevahiya Herêma Kurdistan û Iraqê serjimêra giştî bê kirin.

Endamê Komîsyona Bala ya Serjimêriya Iraqê Mehmûd Osman da zanîn ku biryar hatiye standin ku serjimêra giştî ya Herêma Kurdistan û Iraqê di meha Mijdarê de bê kirin, lê belê ji bo azmûnkirinê wê di meha Gulanê de li hin navçeyên Herêma Kurdistan û Iraqê serjimêrên sînorkirî bêne kirin.

Mehmûd Osman diyar kir ku ji niha ve hin amadekarî dest pê kirine û ji bo serjimêrê budceyeke baş hatiye veqetandin.

"Bi kompaniyek Çînî re peyman hatiye kirin"

Endamê Komîsyona Bala ya Serjimêriyê Osman diyar kir ku ji bo serjimêra elektronîk pêk bînin, bi kompaniyeke Çînî re peyman hatiye îmzekirin û da zanîn ku wê li Herêma Kurdistan û Iraqê yekem car serjimêra elektronîkî pê bê.

Mehmûd Osman got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku li gel Iraqê ji bo serjimêra giştî hevkariyê bike û pişka Herêma Kurdistanê ya ji budceya serjimêra giştî hatiye diyarkirin. Me dest bi xebatên amadekariyan kiriye."

Parve bike: