TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî bi Serfermandarê Giştî yê Iraqê re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 14 hezîran 2026 18:31

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û şandeyeke leşkerî bi serokatiya Serfermandarê Giştî yê Iraqê Ebdul Emîr Reşîd Yarallah, girîngiya xurtkirina hevkariya leşkerî di navbera Hewler û Bexdayê de tekez kirin.

Serok Barzanî îro pêşwaziya Serfermandarê Giştî yê Iraqê, Ebdul Emîr Reşîd Yarallah û şandeyeke leşkerî ya pilebilind kir.

Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Barzanî, di civînê de rewşa giştî ya siyasî û ewlehiyê li Iraq û herêmê hate nîqaşkirin û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevrêziyê di navbera saziyên pêwendîdar ên li Iraq û Herêma Kurdistanê de hate kirin da ku ewlehî, rêkûpêkî, aramî û pêşketin çêbibe.

Parve bike: