Kurdistan
Serok Barzanî ji bo Sêx Sidîq Abdulezîz peyameka sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî peyameka serxweşiyê arasteyî malbata zanayê olî û rêberê bere yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Şêx Sidîq Abdulezîz kir.
Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Nûçeya koça dawî ya Şêx Sidîq Abdulezîz zanayê olî û rêberê berê yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê gihîşt me.
Pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Şêx Sidîq Abdulezîz dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.