Kurdistan
Soylu hejmara Sûriyeyiyên li Stenbolê eskere kir
PeyamaKurd- Wezeta Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku heya niha 100 hezar Sûriyeyî bo cihên lê qeydkirî ne hatine şandin û eşkere kir ku 474 hezar û 679 Sûriyeyî li Stenbolê dimînin û bo 110 hezar kesan jî hemwelatîtî hatiye dayîn.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku heya niha 100 hezar Sûriyeyî bo cihên lê qeydkirî ne bi şûnde hatine şandin û diyar kir ku hejmara welatiyên Sûriyê li Stenbolê 474 hezar û 679 e û bo 110 hezar kesan jî mafê hemwelatîtî hatiye dayîn ango êdî dikarin li Tirkiyê û Stenolê bijîn.
Li gor daneyên Netewên Yekbûyî (NY) li seranserê cîhanê 258 milyon koçber hene û Tirkiye yekem welat e ku ji koçberiyê bibandor dibe ku li Tirkiyê nêzîkî 5 milyon penaber hene.