Kurdistan
Termê Zhao Sang li Til Temirê li gorî baweriya Bûda hat sewitandin
PeyamaKurd - Termê wênegirê rêxistina Free Burma Rangers (FBR) Zhao Sang ku 3yê Mijdarê di topbarana Tirkiye û komên çekdar de li bakurê bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest dabû, li ser daxwaza malbata wî li Til Temirê hat şewitandin.
Merasîma şewitandina termê Zhao Sang li gorî kevneşopiya ola Bûdiyan û li ser daxwaza malbata wî, bi amadebûna endamên rêxistina FBR, heval û kadroyên nexweşxaneya Til Temir birêve çû.
Wê xweliya termê Zhau Sang ji bo Burmayê bê veguhastin û radestî malbata wî bê kirin.
Zhau Sangê 39 salî bavê zarokekê bû û di roja jidayîkbûna tekane zaroka xwe de, ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hate kuştin.